Hilbiijartin, Cîhadî û Demoktasî
Hilbiijartin, Cîhadî û Demoktasî
Dema weşanê: Hêzîran 20, 2018, 12:00 Dîtin: 1523

Yê biryara hilbijartinê daye, Erdogan e. Helbet hin armanc û planên wî hene. Planê wî yê beriya hilbijartinê dê hê derkevin holê, ku li hin ciya aloziya derxe û bi van aloziya re sedema êrîş û qedexe kirina HDPê. Çawa ku li Pîrsûsê xuya bû û dawiya vê teşqelê û êrîşê nehatiye. Heta meriv dikare bêje; ev prova yekem bû. Dê bidome heta hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî.

Bi raya min Erdogan û hevalbendê wî dê encamên hilbijartinê, ango; yê têkçûna xwe qet nepejirîne. Ew kesekî „cîhadî“ ye û exûwan e. Ew demokratiyê ne armanc ew weke alav dibînin. Carekê di têgeha wî de, demokrasî kufre û vedîtineke „gawûra“ ye. Tevî ku ew eşkere nake. Lê gav bi gav ber bi şerîata osmanî û îslamî ve diçe. Niha lestoka wî ya şano didome. Hineka bi navê PKKê, hineke bi navê FETO, hineka bi navê Ergenekonê û hineka jî bi navê anarşî û dîn, tewanbar dike, dide girtin û dide kuştin jî. Ango; ji bo tunekirina wan kiras biriye û sedem amade ye.

Çapemenî û girse kiriye bombeya atomî û tetikê wî di destê wî de ye. Ger di hilbijartinê de têkbiçe jî ewê qet vê hilbijartinê ne pejirîn e. Ya herî grîng, ka yê piştî hilbijartinê bi wî re bikeve qada tekoşînê dê kî be? Bi raya min Selaheddîn, yan HDP dê qet nikaribin ji wî re bibin reqîb. Çenko ew di çavê girseya tirkiyê de ne reqîb in, dijmin in. Li dijî îro û sibe jî dê dikaribin hemû partiyên din bibin yek. Îca ka dê Mûharem Înce û Meral Akşener karibin bibin an na? Emê bi hev re bibînin. Bi qasî ku xuya dike Erdogan hemû planên xwe, li ser hesabê ku HDPe di bin benda hilbijartinê de bihêle ava dike û kiriye. Heta meriv dikare bêje, hebûn û têkçûna xwe jî di wir de dibîn e. Ji bo têkçûna serok û siltanê „exwûna, dengê min heba ew ê jî ji Selahedîn Demirtaş û HDPê re ba. Ne ji ber ku ez hemû polîtîkayên HDPê diecibînim. Bi raya min çewtî bû, ku bi kesayet û partiyên kurda re pêwîst bû hevkariyek çêkira. Heyraniya tirkî, tirkiyê û tirkîtiyê faşîzmê xurtir dike. Ji bo lingek ji lingê sereke yên tundrewên Îslamî li rojhelata navîn têk biçe! Lê weke ku xuya dike, dê Erdogan bi hêsanî qadê bernede.

Lewma jî hilbijartin û piştî hilbijartinê jî grîng e. Ka dê di tûrikê wî û Bahçelî de çi hebe? Şerê PKKê û dewleta Tirkiye yek ji sedemên gurr kirina faşîzmê ye li Tirkiyê. Ew jî vê yekê ji xwe re dîsa eşkere bikartîne. Weke em dibînin, her roj heremeke Kurdistanê dike bin gefê û top baranê dike, ji dengê xwe zêde bike. Lewma ji bo min ne tenê ji bo Erdogan, her weha ji bo partî û rêkxistinên kurdî, piştî hilbijartinê gelek grînge. Ka dê çi guhertinê nû çê bibin. Guhertin û veguhertin hewldana destkeftên nû û mayina jiyanê ye.