Dengê demê kevn nekirî; NÎZAMETTÎN ARÎÇ-FEQIYÊ TEYRA
Dengê demê kevn nekirî; NÎZAMETTÎN ARÎÇ-FEQIYÊ TEYRA
Dema weşanê: Êlûn 20, 2018, 11:23 Dîtin: 1600

Em gelek cara qala êşê xwe dikin, û pê re em xweşiyên xwe jibîr dikin. Piştî ew xweşî jî namîne, em êdî qala wê xweşiyê dikin, ya ku di dema wê de me nekarî sûd jê wergirin û binoşin. Min dixwest qala Şeva Xwendinê ya ji bo min li bajarê Henef-Siegburgê hate lidarxistin bikim. Lê ezê bi kurtî di ser re derbas bibim. Ez tenê bi kurt û kurmancî bêjin; SPAS! Ji bo hogirên delal Rahdar Naîf, Şêx Yûsiv Elo, Diyar Qayîdî, Bayram Ayaz, berpirsê Hukûmeta Herema Kurdistanê Qadir Necmedîn, Hunermend Ganî Nar, Xêro Ebas, Şêwekar Îniyad Dîko, xanima wî Zozan, Yehya Silo, Zubêr Yûsiv û spasiya taybet ji bo hozanê me yê hêja Nizamettin Arîç - Feqiyê Teyra bikin. Şeveke bêhempa û watedar bû di jiyana nivîskariya min de. Ya min e yekem bû. Û berhemên min yê beriya deh sala û zêdeyî deh sala gihiştibûn hev min xwendin. Bi hêviya ku min erka xwe bi cîh anî be. Spas ji bo rexne û nêrînên we, ji bo qurtek av û pariyê nan yê me li hev par kiriye. Û her weha ji bo her gava hûn ber bi ciyê çalakiyê ve hatibûn û xilmeta we. Di wê şevê de ji min re bû nesîb ku ez karibim, li ser heman masê bi mamoste Nîzamettîn Arîç re berhemên xwe pêşkêş bikim. Her weha ez yek ji wa kesê bi şens û bext im, ku karibin CDê yên mamoste Nizamettîn ji destê wî bigirim, û bi îmzeya xwe diyarî min bike.

Min Nîzamettîn Arîç dema naşîtiya xwe de dîtibû di fîlmekî de. Di fîlm de, di daweta xwe de govenda kurdî leystibû. Her weha çend peyvên kurdî pê re gotibûn, bi hesabê min. Serboriya xwe û ya aliyê me, ango ya Kurdistanê anîbû ziman. Bi rih û simêl bû. Navê straneke wî Dertli Cemo bû, lê navê fîlm nayê bîra min. Min pê re ew weke yê xwe dîtibû. Bi demê re ji ber çavê min wenda bûbû. Jixwe li wî welatî mirov dikare bibe her tişt, lê nikare bi xwe. Rêya mirinê, pişavtinê û koçberiyê vekiriye her tim, lê xwebûnê girtî bû û girtiye. Piştî gava ez hatibûm Almanya min kaseta Feqiyê Teyra bi dest xistibû. Min ji dengê wî û Bilbiloyê wî hezkiri bû. Lê min qenc nizanî bû, ku ew bi xwe ye. Her weha ji bo min nû bû, stranbêjiya wî ya bi kurdî. Piştî re min ew bi fîlmekî din nasî, ew jî nav nayê bîra min, ku bi Almana re çêkiribû. Paşê fîlma bi navê Ji bo Beko Kilamek. Zehf kêfa min ji fîlmê wî re hatibû û tê. Sal diçin, ciwanî û dem dewran diqelibe, lê ciyê stranê weke pêjneke xwedawendî di gerdûnê û giyanê mirova de dimîne.

Helbet ne hemû stran, stran û berhema nirxên gerdûnî û ruhê civak û netewekê di xwe dihêminîne û dimeyîne zindî dimînin. Min bi demê re min min veguhertineke di berhemên wî de dîtibû. Bi raya min di nîvê dengbêjiyê û babetên nûjen de hewldaneke ciddî min didît. Weke ku bixwaze, giyanê Feqiyê Teyra di qirnê bîstûyekê de zindî bike. Ne tenê ew berhemên stranbêj û helbestvanê Sovyeta berê di berhemên xwe de zindî dikirin û vedijyandin. Stranê wî weke şerab û meyekê ne, çendîn sal diçin, û meriv bêhtir guhdarî bike, xweştir dibin û bihayê xwe qet kêm nakin. Çendîn meriv guhdarî dike, ew qasî meriv xwe di stranê wî de dibîne. Min niha jî du CDê yê wî nû guhdarî kirin. Yek bi navê helbestvanê nemir Cegerxwîn û yek jî Klasîkên Me ye. Min guhdarî kirin. Piştî guhdar kirina van berheman min baştir fêmkir, çima Feqiyê Teyra û çima zimanê bilbilê, naz û bêhna gulê, çima şox û şenga dîlberê, û çawa di bêhn û babetekên xurû bi kurdî, di giyanê hunermendî digobilin û bi amûrên muzîkê û di giyanê muzîkê de digihîjin hev û dibin tevn, û hunereke ferfûrî, dibin babet û rengên kurdî xwe li ser notên muzîkî dikin rêwiyê bêmirniyê. Her weha dibin pira di nîvê do û îro de, û bêhna zozan, gelî û evîndariya bi ziman û babete kurdmancî dike mêvanê guh û asoyê guhdare. Evîna bi suruşt û hewayê re, û ya dîlbera ku qût û peyama giyanê hozana ye, dike awazeke nerm û ji guha re pêjeneke mistîk û aramdar. Giyanê meriv û asoyê meriv bi dîmenên wendabûyê re mijûl dike. Dibe dengê axê, bayê, û hezar û yek kulîlkên li Mezopotamya çilmisî û dîsa vejiyayî. Xebateke hêja ye. Hem bi CDêya Cegerxwîn û hem jî bi ya Klasîkên Me, bi gelek kesên pispor re xebitiye. Di strana Zembîlfroşê Mele Batê de, bi hunermend Bijan Kamkar, Ednan Kerîm û Kanî re vegotiye. Dîlbera Feqiyê Teyran bi awazeke din vegotiye. Dem û wens divê ku meriv bi babetê stranê re bikele. Lê ewê di nav Klasîkên kurdî yê nûjend de cihekî taybet û bêmirin bigire.

Mirovên piştî bi deh û sedsala jî guhdar bikin. Berhem afirandin di vê serdema dîgîtal de ne hêsan in. Berhem heqê xwe zor kêm derdixin, ji bilî ked û dema ku hunermend pê re berda ye. Ez dikim û hêvî dikim hûn jî xwedî li deng û berhema Nizamettîn Arîç xwedî derkevin. Ew her di nava lêgerekê de ye, her berhemek lêgerek nû ye. Çawa Êzîdî dibêjin; Her dem bi demê re, her dem bi Xwedê re. Ew jî hunermendê dema xwe ye û wûsa jî dem nikare wî kevn û pûç bike. Dengê awazên nû, yê kevn Kewa Gozel, Ez dizanim Kurdistanê çêbe, Ez Şahim Delala min, Rojek tê, Zinê û hemû stranên berê dikemilîn e. Ezê çavlirêyê berhemên nû bim.