Destpêk Efrîn e?
Destpêk Efrîn e?
Dema weşanê: Befranbar 29, 2018, 11:57 Dîtin: 1148

Ya rast destpêk ne Efrîn e? Beriya wê Şengal bû, Mûsil bû, Kerkûk bû, seranserê Sûriyê bû. Ger ne rasterast be jî, lê armancê Daîşê hov û Erdogan yek in. Tevî ku bi dehan belge û dîmen hene ku tevaya mucahîdê, yan şervanê Daîş di ser tirkiyê re çûne şer. Bi deha belge hene ku tirkiyê, çi bi Cephet El Nusra, yê ku navê xwe vêga kirine Ehrar el şam, Artêşa Azad, hemû kom û komikên îslamî re. Girtina ajovan û hemwelatiyên tirk di destê Daîş de ne beredayî bû. 

Helbet em dizanin çawa şerê çekdarî dibe, şerê ragihandinê jî dibe. Lewma bi dehan rojnamevan û nivîskarê bi nav û deng yan girtî ne, yan jî derketine derveyî Tirkiyê. 
Şerê di qada çapemeniyê de dibe, ji şerê çekê gemarîtir, yan grîngtir e. Girtina siyasetmedara, ya rojnamevana, pûç kirina rewşenbîra, benc kirina civakê ye. Li tirkiyê çi bi rêya çapemeniyê û çi rêya olî gel û civak bi giştî hatiye benc kirin, lewma êdî ûjdan kor bûn e. Civak bi faşîzma olî, û ya netewî hatiye jehr dayîn. Kuştin û mirin ji bo civakê bûye tiştekî asayî. Ji berê de civaka tirkiyê ji bo „dewlet û millet sakaraya“ amade bû ku her hovîtiyê bike, lê niha gihiştiye asta herî bilind. Ev jî karê Erdogan û Bahçelî hêsantir dike. Wa diyare ev şer dê bidome. Her şer zemînekê ji bo xwe diafirîne. Û li tirkiyê zemîna şer zehf xurt e. 
Armanca Daîşê hov tunekirina; Xiristîana ku ji Mûsilê detpêkirin, ya Êzîdiya ku Şengal kirin mînaka hovîtiya xwe, ya Kurda bû ku wan dîsa weke lehiyê biavêje Tirkiyê û tirkiye „merehemet“ a xwe rayî dunyayê bike. Bi alîkariya hêzên navdewletî, kurd ji axa xwe nebûn. Çenku hebûna Hewlêrê ji bo kompanyayên navdewletî grînge. Lê Êzîdî û Xiristîan êdî li ber nemanê ne, li ser xaka Iraqê. Iraqa şîî, hebûna Daîş ji bo desthelata xwe bikar anî, û hêza dewleta xwe di qada nevdewletî de qewîn û mayînde kir. Lê yên têkçûn, di serî de hindik ol û pêkhate ne. Yê xisirîn û mirin êzîdî û xiristain in, yên bi serketin helbet Şîa ne. Heta bi îran ê. Ango; mirin, kuştin û talana hindikaya û hejara, tunekirina hejara, desthelatdara jî xurtir dike. 
 Li Sûriyê jî wûsa, dewleta Sûriyê ger bi çi awayî be jî, Elewî, Xiristîan, Êzîdî, Durzî û gelek olên hindik têde hebûna xwe didomandin. Lê yê herî zêde ziyan dîtin, ev kêmnetew û ol bûn. Erdogan armanca wî ya sereke helbet ruxandina Esed yê sekuler û elewî/ şîi bû. Lê mayîn û domandina şerê bi daîş re, hebûna hêza kurda û pêkhatên din xurtir dike. Mayîn û bi hêz bûna kurda xewa Erdogan revand û direvîn e. 
Erdogan êdî dawî û mayîna desthelata xwe di şerê Sûriyê de, ango yê bi kurda re dibîne. Erdogan dixwaze çi bike? Tunekirna hêzên sekuler, çi li tirkiyê, çi li derveyî tirkiyê, pêre bêdeng û pûçkirina elewî, êzîdî û xiristîana. Lê ji bo vê yekê divê heremên Kurdistanî divên werin kavil kirin. Ev yek li Kurdistana Tirkiyê pêkhat mixabin, lê weke em dizanin ser vê hovîtiyê jî hate girtin. Nema kesek qalê jî dike. Yên dikin dixwazin pê PKKê tewanbar bikin, PKKê jî qet ne amadeye dengê cêwaz bibe xwe jî.  Di dawiyê de em dibînîn yê herî zêde xisar dîtine xelkê sivîl, gelê kurde. Di vir de meriv dikare bêje; dewleta tirk yan Erdogan bi ser ket. Erdogan ji cesareta ji vir û ji mînaka Iraqê girtiye dixwaze niha hemû Kantonên Kurdistana Sûriyê bi ruxîne. Wî çav berdaye hemû ciyên kurda heta bi Iraqê. Di vir de dê  bi serkeve, an na? Dê dem diyar bike. Lê ger Erdogan bi ser keve, ev tunebûna PKKê ya li Rojava ye, helbet  mebest ne tenê PKKê ye, mebest hemû hêzên demokrat û sekuler in. Helbet pê re tunekirina Laîstî ya li Tirkiyê ye. Pêre îlankirina şerîeta Erdogan e. Lê ger hêza kurd, yan YPGê bi ser keve, dibe destpêke nû. Ew dikare dawiya desthelata Erdogan jî bi xwe re bîn e. Meriv dikare bêje; ev ji bo di serî de Erdogan şerê man û nemanê ye. Ne tenê Erdogan, ji bo hemû destkeftê Kurda û pêkhatên olî û civakî ne.
Ji bo pêşî li vî şerî û li desthelata Erdogan were dê pirîskên şer xwe bi hêz biavêjin Tirkiyê an na? Ger şer kete nava Tirkiyê dê Erdogan têkhere, ger na hêza wî ya aborî û siyasî dikare wî li ser desthelatê bihêle.