Dema Noel yan Weinaxten
Dema Noel yan Weinaxten
Dema weşanê: Sermawêz 22, 2017, 1:37 Dîtin: 1864

Dema Noel yan Weihnachten
Ez gelekî ji afirênerî û vedîtinê Ewropiya û bi taybetî ji yê Elmana hez dikim, ku dikarin ji her heyamê çêjeke bê hempa bigirin û demê ji bo xwe bikarbînin. Ji her hawê siruştê çêjeke cûda wergirin û bi siruştê re aşt dibin. Ger zivistan be berf û qeşa li erdê be ne xeme. Piyalê meyagerm, kelemakesk, kelemaspî, katol û rovîkên braştî hene. Ne tenê ew xwarin û vexwarinê wan yên kevnar derdixin ser dezgeh û bazara. Di rojên wûsa de demê kevn û nû digihînin hev û pê bîranînên xwe nû dikin. Xanîkên depînî, cil û bergê kevn û qalind, libasê Nîcolaûsê ezîz. Ku ne dûrî şibanadina Xocê Xizire. Gava meriv li nav bazarê digere meriv vedigere serdemê kevn.  
Helebt mey û alkoholê cûr be cûr. Bi qasî ez têdihim meya germ, şnaps, pûnş û lîkorehêka û şekirên cûr be cûr hem ji bo sermê başe û hem jî bakteriyên ku di hinav û hilma mirov cî digirin başe. Mirovê me xelkên ji rojhelatê zêdetir nexweş dikevin li zivistana. Gava hinavê meriv û serê meriv xweş be ger tişt bi meriv xweş dibe. Bi seda û hezara mirov weke berxika di ber hev de û bi hevre dema xwe dibihurînîn. Dixwun, vedixwun serxweş û mest dibin, lê kesek kesekî eciz nake. Ger bêhemd dest wan li yê meriv keve jî pêre pêre lêborîna xwe dixwazin. Min fêmkiriye her kes nikare çêjê ji meyê bigire û nikare di nava aştiyê de xwe aşt bike. Ger mirovê me bin, û ewqasî vexwun dê hev bikujin. Vexwarina meyê bixwe çandeke û yê ji çandê dûr dê nikaribe bihebîne. Elman dibêjin; ne dema meriv xemgîn divê meriv meyê vexwe, deme meriv şa be vexwe.  
Dem dema find û gulopeya ye, çi li hundura, li ver şebaka û li derve. Dar û mal diçirûsin. Xelkê me digot; nûr dibare, wûsa jî nûra Îsa yê nûranî. Gulopên Noelê, Weihnachtenê yan jî Christmastime li hemû kolana pêketîne. Darê Noelê, weke Dara Mirada li her deverê xemilandî ne. Li mala jî her malekê dareke Noelê heye, li bin dara bi terîş û xirxirka xemilandî diyariyê wan danîne. Dara Noel ji dara çamê, yan sinoberê pêktê. Ku yekana dare di zivistanê de jî rengê wê kesk e.  Êvara nebî Îsa hatiye dunyayê ku jêre dibêjin êvara pîroz dê diyariyê xwe vekin û xwarina xwe bixwun. Bi wê yekê re dibe dema Cejna Noel, ya bûyina nebî Îsa. Êdî dê bi hevre herin seyrana û xwaringeha û qedrê hev bigirin. Bi cejnê re xeleka nava nivşa 
Tarî û serma ne xeme. Hinek mey û çend mirovê peyvxweş hebin dem û dunya ya wan e. Min fêmkir xweşikî û nexweşikî, di dem û helkeftê wûsa de li gorî vexwarina meyê tête veguhertin. Ger meya te hebe, serê te xweş dibe. Hinekî ji kirasê xwe derdikevî û dunyayê ciwantir dibînî. 
Frohe Weihnachten!
Noel şahî be. ​​​​​​