Piştî Referandûmê
Piştî Referandûmê
Dema weşanê: Rezber 26, 2017, 10:31 Dîtin: 513



Em dikarin beriya referandûmê û piştî referandûmê weke mîladekê bi nav bikin. Referandûmê derbe û fîşeka li dilê neyara ye. Her weha rûyê gelek aliya eşkere kir. Şer û têkoşîna beriya referandûmê serkeftî derbas bû. Ev serkeftineke ji Kurdistana başûr û tevaya netewa kurd e. Referandumê diyar kir, ku li dijî hemû dek û dolaban kurd di xewna xwe ya Serxwebûn ê de rijdin. Û tu alî û hêz nikaribin xewna welatekî serbixwe ji kurda bistîne.
Pîştî referandûmê xuya bû, weke ji destdan û terkdana Şengalê û jenosîda êzîdiya ku kurd ne xwedî hêzeke navendî ne. Ger li ser terkdana Şengalê hatiba rawestîn, dê encama Kerkûkê jî ne ev ba. Wa diyare ku arîşeya Kurdistanê ne ya partiya ye, ev ya gelê kurd e. Ger gel partiya pûç neke, dê partiyê wan pûç bikin. Li şûna berjewendiyê gel û niştîman bidin pêş, yê partiya li pêşe. Ji bo pêşî li vê yekê were divê çi were kirin? Pêwîste kesayet û kesên ne ji partiya, desteyeke teknokrat ya ji mirovên kêrhatî û xwedî ezmûn were damezirandin.  Daku ji danûstendina encam were stendin. Ji bo giyanekî netewî, yan niştîmanî pêk were, divê kesên ne li aliyê partiya û yên berjewendiyên welêt di ser her tiştî re bigrin werin erkdar kirin. Dema partiya û partîzaniyê divê piştî van bûyerên rûreşîyê were. Partiyên ji bo berjewendiyên gel, yan kesayetên ji bo berjewendiyê welêt, welat û gel jî dê ji bo wan be. Ne gel ji bo berjewendiyê partiya.
Karê vê divê beriya her tiştî yek hêzî be. Hêzê ewlehiyê û yên parastinê nabe, fermanê ne ji serokê partiya, divê ji wezareta parastinê û ya hundur bigirin.
Mesela û peyva „îxanet“ê êdî pûç û vala bûye. Her hêz ji bo ya din bikartîne. Lê tewanbarî heye. Divê ev tewanbarî bi hûrgulî were nirxandin û seza kirin. Lê heta kurd û hêzên kurd di nava xwe de parçe parçe  bin, yan jî bi yek siyaset û partiyê ve bin, dê rê li ber bûyerên wûsa neyê girtin. Kurda bi qasî di şerê li dij dijminê xwe, wendahî di şerê nav xwe de û yên xwekujiyê de dane. Sedema wê ya sereke yan pir hêzbûn yan jî yek hêz bûye.
Encam çi dibe bila be, şer û têkoşîna piştî referandûmê destpê kiriye. Dibe li hin cî wargeha raweste, lê ev rêje dê bigihe armanca xwe. Îro yan sibê. Referandûmê bi qasî ku kurd hişyar kirin ewqasî jî neyarê Kurdistanê jî hişyar kirin. Her weha tifaqa nava xwe xurt kir û dike. Lê bila baş were zanîn, êdî tu hêz û aliyê navdewletî nikarin bêyî hêza kurda hesabekî mayînde û aqilane bikin. Roj be roj xuya dibe û di qada navdewletî de xuya dibe ku ev dewletên desthelatdar bi xwe maka alozî û şer in. Ev doz û têkoşîn bidome, heta sînorên navxwe û yên navdewletî werin guhertin li rojhilata navîn. Dê bi vêya jî neqede, heta feraseteke aştîperest û hizrê pêkve jiyanê pêk neyên, aştî dê xewn be. Lê şer qet ne xewn e. Şer û aştî du rikberin, ciyê yek lê hebe yê din tune. Di têgeha dagerkera de, ciyê ew lê bin divê kurd tune bin. Hebin jî xulam û leşker bin, ne desthilatdar.
Ji bo kê referandûm têkçûbe yan cemidî be, lê ji bo min destpêke. Lê divê li vê rêjeya zêrînî xwedî were derketin. Yên xwedî xewn û proje dikarin bibin xwediyê siberojê jî.