Kela Dawî “Şengal” | Newaf Mîro
Kela Dawî “Şengal” | Newaf Mîro
Dema weşanê: Gelawêj 30, 2014, 12:38 Dîtin: 551

Di dîrok û dizûrê êzdiya de, bi qasî Lalişa pîroz, welatê Xalta û ziyareta Qolebaba û Şêxevinda û hin warê din jî ew qas pîrozin û divên êzdî weke roniya çavê xwe bi parêzin. Lê li welatê Xalta, an li bakur êdî êzdî bi tiliyê destan têne jimartin. Bi qasî pêşiyên me digotin; li welatê Xala 365 gundê êzdiya hebûne, ji salê heta salê dor vedida, Qewal lê digeriyan, û ne diqedandin. Li Diyarbekir, ku êzdî weke war û bajarê Şêxobekir dibînin, tenê maleke êzdî maye.

Li nava kolan û şûnwarên Diyarêbekir tu rêç û şop nayên peyda kirin. Êzdiyên ku dixwazin war û gorê miriyên xwe ziyaret bikin, ji bona kes ji wan re astengiya dernexe, diyariyan ji „kirîvê“ xwe re dibin. Helbet gava werin Elmanya jî nabe dest vala vegerin. Li devera Wêranşarê, çend malên maldar û yên ji ewropa diçin û tên hene. Lê hejmara wan jî, ne diyare. Lê nagihîje hezar kesî. Ew malbatên rewşa wan xweş jî neçarin, hem malê xwe bi „kirîve“ xwe û rayedar û karmendên dewletê re par ve bikin, taku parastina wan hebe. Mirov dikare bi hêsanî bibîne, ku êzdî ne xwedî gotinin. Û nikarin bibin hêzeke xwedî gotin jî, li bakur. Di sala 1987 de, gava em hatin Elmanya êzdî, hê li wan wara hejmareke hêja hebû.

Di nava sala de, me li Ewropa bi hêviya „Kurdistaneke Azad“ sal spartin salê. Piştî ku êzdî ji Elmanya tevî tevgera Serxwebûna Kurdistanê bûn, berê xwe dabûn nav êzdiyê binxetê, başûrê biçûk, îro jî Rojava. Di nava salan re, berê êzdiyê rojava jî kete ewropa. Baş, xirab hebûneke êzdiya hebû li rojava. Bi aloziya li Sûriyê rabû re, û bi hêzbûna nîvdesthelata kurd re, êzdiyên mayî jî berê xwe dan ewropa. Li cizîrê kêm mal û gundê şên mane. Li Ciyayê Kurmênc, Efrînê çend gundê êzdiya hebûn, bi qasî ez agahdar bûne, kêm kes mane û yê mane jî, ger ne hêza YPG ê be, ji mêjve hatibûn daqurtandin. Aqûbeta wan wê ne ji ya Şengalê paktir bûya. Li başûr, êzdî di nava du agira de man û agirê sêyam jî xwe gihandê. Di salên dawî de, hejmareke mezin ji êzdiyê Iraqê, berê xwe dane ewropa. Û li vir ji xwe re li sî û starekê digerin.

Êzdiyê Ermenistanê û sovyeta berê jî, piştî ruxandian sovyetê şerpeze û bûn, neçar man, berê xwe bidin cih û warên nû, û ji xwe re, li çareya serê xwe geriyan. Û hêjî digerin. Ev evdên dilsoz her qibleya wan Kurdistan û warê bav û kala bû. Hêjî wûsa ye. Piştî hilweşandina sovyetê, hêzên kurd jî di nav wan de xwe rêkxistin kirin. Lê pêşî li mayîna wan ya li ser axa wan nehate girtin û neçar man li welatên cûrbecûr debara jiyanê bigerin. Bi qasî ez agahdar bûme, gellek ji êzdiya ji neçarî ola bav û kala guheztin û bûna Yahovayî. Ma ev jî ne rengek ji rengê qirkirinê ye?

Nirxandin li we! Êzdiyê Elmanya, û ewropa. Ev bi salane, êzdî alîkariya hêzên kurd û taybetî ya PKKê dikin. Lewma jî li elmanya û di nava çapemeniya elman de, bajarê êzdî lê dijîn weke;“kela PKKê“tête binav kirin. Raste vê tevgerê nav û dengê êzdiya bilind kir, û bi rêya çapemeniya xwe, êzdî anîn rojevê û bû motora lêgerîna êzdatiyê. Lewma jî êzdiya weke mal û milkê xwe dibîne. Lê ev bixwe re ne bê pirsgrêke û nikare hebûna êzdiya bi rêya siyasî, li welatên xerîb mayîn de bike. Ev mijareke bi serê xwe ye, û divê her rêkxistin û kes ji bo mayînde bûna, ola êzdatiyê li rê û rêbaza bigere. Û ji xwe pirs bike; temenê êzdatiyê çiqas maye?

Em werin ser birîna êzdiya û rûreşiya cîhanê. Karesata Şengal ê. Beriya çend sala di konferansa GEA de, min êş û xemên êzdiyê Şengalê ji nêzîk ve bihîst. Lewma jî, me hin gilî gazin nivisîn, lê kî hay ji kê heye. Êzdî her bûne qurbanê hin hêz, hoz û berjewndiyê kesa. Ji bo partî û hêzên başûr êzdî tu car nebû bra, bi qasî brayên misilman. Ango, yê ereb û ecem. Êzdî her ji dêmariyê hatin hesibandin. Lewma jî ew germaya wan dixwest êzdiya neda wan û wan germaya dilê xwe nîşanî êzdiya nekir. Bi çend peyvên dila xweş dikin, êzdî nikarîbûn nêzîkî wan bibin. Ji aliyê erdnîgarî ve jî, êzdî bûn benda nav ereb û desthelata kurd de. Di salên dawî de, êzdiyên ji ewropa çûyî û bi rêya ragihandinê PKKê xwe di nava êzdiyê Şengalê de xwe bi rêkxistin kir. Vê yekê jî kir, ku êzdî bibin sê beş. Heta bandora mîr û şêxê êzdiya jî kêm kir.

Ev mijar jî dikare were guftûgo kirin. Ne ku ez dixwazim, dijberiya hin hêz û rêkxistnên kurd bikim, ev ne kar û marîfete ji bo min. Di parastina PKKê ya êzdiya de, qet şik û gumana min nîn e. Lê ger piştevaniyeke navdewletî nebe, bi parastina PKKê wê êzdiyên neyên parastin. Heta bi vê yekê PKKe barê xwe grantir dike. Bi raya min. Pirraniya kurda misilmanin û yên weke Erdogan jî vê yekê li dijî wan bikartînin. Ji vê karesatê û pêve, divê ji bo êzdiya çi bê kirin? Divê em serê xwe bi vê yekê re bi êşînin. Li ewropa navendeke ku ji aliyê dewleta ve were naskirin û weke sefareteke êzdiya kar bike. Ji bo Şengalê parastinek navdewletî û Aûtomoniyek taybet. Ger ev neyê kirin, wê êzdiyê li Kurdistanê nemînin bi raya min.

FELSEFEVAN.ORG