Dûrwarî/xurbetî
Dûrwarî/xurbetî
Dema weşanê: Gelarêzan 20, 2017, 10:24 Dîtin: 481

 

Mirov gava ji welatê lê mezin bûye derdikeve, weke dareke ji qurm bûyî ye. Heta ew dar bi axê re dibe yek. Ax û av wî dihemilîne. Yan nahemilîne. Ew dar gava bi ax, av û hewayê re dibe yek, dikare rehê xwe berde û ber bigire û bide. 
Helbet mirov ji dara kî wirdetire. Yê mirov ji dest û linga bêhtir hewceye zimane. Ew jî nîne. Tiştê meriv yê fêrbûyî dîsa dikare bi rêya ziman were pêkanîn ew jî nîn in. Ango, ji bo meriv  karibe ji ezmûn û pîşeyê xwe sûd wergire, ziman xala û pêdiviya herî grîng e. Meriv ji kîjan alîve binere, ku ev nûcih ji sifirê destpêdike. Lê gava ziman fêr bibe û di jiyana hevbeş û civakî de çalak be, ew ezmûn û serboriya nûcîh dibe avantaj. Ew dikare baştir têbigihîje. Her weha ezmûn û zanîna nûcîh, dikare ji bo welat û civaka nû jî bibe dewlemendiyek. Lê tenê gava hiş û tevgera meriv ciyê piyê xwe li xakê bibîne. Ji bo meriv di jiyanê de karibe li ser piya bisekîne, ne ciyê dil û hiş lê, ciyê lingê meriv lê grîng e. Ger ciyê ling nebe, aqil û ezmûn li hewa dimîne. 
Derûniya mirov û çanda meriv pê rabûye ew badoreke cûda di jiyana meriv de, ya ligel çand û baweriyên din re bandoreke mezin dileyze. Mirovê penaber yan nûcîh gelek carî dikevin şoka çandî. Çenku ji wî welatê ku ew jê hatine gelek tişt sînor kirîne. Weke ol û bandora olê. Her weha çanda malbatî ku her tişt di bin kontrolê de ye bi awakî. Bav, dê, brayê mezin, xwîşka mezin, mam, xal û her wekî din. Ne tenê ew, xweseriya aborî û mafê takesî, yan jî yê civakî û fermî. Lê gava ew nûcih tête welatekî nû, ev ne weke berê bi bandorin. Ew gelek carî dikare xwe wenda bike. Ne dîtibe û bibîne zehmet dibe. Lewma gelek kesên nûcîh nikarin şûna piyê xwe bibînin, ku karibin xwe ava bikin. Helbet amadebûna mirov ya li ber mercê nû di serkeftin û binkeftina mirov de xwedî ciyekî taybet e.
Di vê xalê de çend pirs girîngin. Meriv; li bende ye ku hinek alîkariya wan bikin? Yan jî; meriv amadeye bi derfetê heyî alîkariya xwe bike? Yan ew nûcîh dixwaze derfetê heyî ji bo xwe bikarbîne? Yan jî dixwaze rê û derfetê nû ji xwe re biafirîne? Êdî ev yek dîmine li ser sincê meriv ka ew kes yan dar dikare li ber şertê nû xwe vegire an na. Gava meriv ji her kar û derfetê re ne amade be, helbet meriv pê re, li ber xwe hin rêya xwe digire. 

Gava meriv tê welatekî din, meriv ne tenê xwe bi xwe re xweşî û nexweşiya xwe tîne. Lê herî zêde nexweşî û hejariya xwe tîne. Her wesa ferasat û derûniya xwe ya brîndar, ya bi xerîbiyê re kambaxtir dibe rû be rû dibe. Gava meriv bi fîzîkî di jiyanê de ne çalak be, aloziya derûnî kûhrtir dibe. Êdî ji jiyana xwe ne qayîlbûn rû dide. Feqîrî û hejariya wî bi xweştir dibe. Gava ew meriv tim xweşiya jiyanê di demê berê de geriya, ew nîşaneke pirsgrêkê derûniye. Yan jî di jiyanê de, ne aşt di mirinê de li aştiyê digere. 

Yê tenê di biharê de li xweşiyê bigere, dê xweşiya zivistanê, payîz û havîne nebîne. Wî sê demsal wendakirine. Dem yekê dide yekî distîne. Derfet yekî didin yekî dikujin. Lê ya grîng ew meriv di jiyanê de karibe biherike û ji bê derfetiyê derfeta biafirîne. 
30yemîn salvegera min ya li Almanya hişt ez vê nivîsê binivîsînim. Belê 30 salên herî çalak di jiyana min de.