ÇIMA NA!
ÇIMA NA!
Dema weşanê: Pûşper 17, 2017, 12:58 Dîtin: 471

 

Gava meriv xwe hêjayî tiştê hêja nebîne, dê kesekî din jî  merivên hember xwe hêja nebîne û neyar qet nabîn e!
Kurd bi qasî hemû civak û netewe yên li ser rûyê erdê, hêjane bibin xwedî heman mafî û dewlet jî.
 

Dunya yê mafê kurda xwariye ku nebûne dewlet. Yan jî hêz û serkirdeyên kurda nikarîbûne berjewendiyên xwe, bi berjewendiyên dunya desthelatdara re bike yek. Ango bi navekî din, wan mafê xwe xwariye bi rêbaz û hizrên dembihûrî û dogmatîk re.
 

Kurdê misilman jî mafê êzîdiya xwariye û dixwun, ku nasnameya olî û êlî di ser ya çandî re girtine û bûne şûr û maşeya di destê „brayê xwe“ yên misilman de, ku êzîdî di fermana re derbas bûne, û nebûne xwediyê heman mafî weke her ol û milet. Çawa ku misilmantî nebûye çareserî ji arîşeyê di nîvê ometa îslamê de, ku kurd bûne qurbaniyê berjewendiyê ometê. Lê wûsa jî divê civaka êzîdî bi xwediyê taybetiyên xwe yên olî û û civakî û cêwaziya xwe bi her haweyî bi parêze û bi pêşve bibe. Û nebe qurbaniyê hizr û ramanên netewî, ku nikarin yan naxwazin nasnameya çandî û netewî di ser ya olî re bigirin.  
 

Ji bo dawî li çewtî û bêdadiya navxweyî were, divê kurd bibin xwedî yek yasa û yek hêz û yek nivîsî û qelem.
Dil dixwaze dunyake bê çek û şer. Lê rastiya dil, ne rastiya rewş û aloziya dunyayê ye. Di heremê de ji her demê bêhtir îro çek bi bandor e. Xewna aştiyê jî, ji bo dunyake bêçek û bêdewlet zêde ye. Û ji rastiyê pirr dûre.

Dewlet misogerî û garantiya hemû mafê civakê ye.

Her weha temsîla civak û parçeyek ax e.

Dewletbûn ne azadiya bê sînore, lê hîm û maka azadiya heremî û gerdûnî ye.


Li ser rûyê dunya yê û endamên Neteweyên Yekbûyî, yan bi navekî din Yekîtiya Dewleta, ÛNO 193 endam hene. Gelek ji wan ji heman ziman û netewê ne. Gelek dewlet hene bi qasî bajarekî Kurdistanê mezin in. Lê ew li ser çarenûsa tevaya kurda xwedî gotin in.
 

Self Determination right for Kurdistan.
Selbstbestimmung recht für Kurdistan.
Mafê çarenûsê ji bo Kurdistanê.